Hewlêr (ZNA) - Hêzên Iraqî di çarçoveya operasyona kontrolkirina Mûsilê de du taxên din li bajarê Mûsilê kontrol kirin.
Navenda Enformasyon û Ragihandina Şer bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên bersivdana bilez û firqeya pêncê ya polîsên federal , taxên Somer û Sahirûn li aliyê rojhilatê bajarê Mûsilê kontrol kirin û alaya Iraqê li ser bilind kirin.
Ev yek di demekê de ye, Fermandeyê Polîsên Federal Ferîq Raid Cewdet Şakir roja Çarşemê kontrolkirina taxa Sahirûn ragihandibû.
Li gor daxuyaniya fermandeyên serbazî yên Iraqê, kontrolkirina rojhilatê Mûsilê gelek nemaye û tenê çend roj pêwîst in ku hemû taxên mayî kontrol bikin.
3283 car hatiye dîtin |