Hewlêr (ZNA) - Li bajarê Bexdayê 10 bombeyên vedayî teqiyan û di encamê de 20 kes bûne qurbanî.
Li gorî zanayriyan, di nav 24 demjimêran de li taxên Besmaye, Tarimiye, Beya’a û Mihalifê 10 bombeyên vedayî teqiyan. Herwiha li taxên Beya’a û Muhalifê hêzên ewlekariyê karîn 3 bombeyên vedayî pûç bikin.
Nêzîkî 20 kes di encama teqînan de bûne qurbanî lê nêyê zanîn ka hejmara temam a kuştî û birîndaran çend e.
Hat ragihandin, ku rewşa ewlekariyê li peytexta Iraqê aloz e û ji ber teqînan rêya di navbera taxa Resafe û Kerxê de ji hatinçûnê re birîne.”
3259 car hatiye dîtin |