English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-07 [03:18 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê yên Başîkayê de Bexda û Enqere gihiştine biryarekê.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê hevdîtinek pêk anîn û piştî hevdîtinê civîmeke rojnamevanî li dar xistin.

 

Heyder Ebadî ragihand ku di meseleya kişandina leşkerên tirk ji Başîkayê de li hev kirine.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim jî derbarê mijara leşkerên Tirkiyê yên li Başîkê de wiha got:

 

“Me ev mijar gotûbêj kir. Ev yek ne keyfî ye, ji pêwîstiyê derketiye holê. Em dibînin ku ji bo DAIŞ ji herêmê bê paqijkirin pêşveçûneke girîng pêk hatiye. Li gor vê jî emê vê mijarê bi dostane çareser bikin.”

 

Binalî diyar kir ku ji bo wan desthilatdariya Iraqê girîng e û ew rê nadin hewldan ku zirarê didin desthilatdariya Iraqê.

 

Binalî Yildirim derbarê hebûna gerîlayên PKKê li Şengalê de jî anî ziman ku gefa herî mezin li ser Tirkiyê ye û wiha axivî:

 

"Bi pêşmerge û hêzên navenda Iraqê re ji bo ku Şengal ji unsûrên terorê bên paqijkiin xebatên hewce dikin dê bên kirin. Teror ji ku derê tê bila bê heman e. Ji ber vê jî Şengal herî zêde ji bo me gefa mezin e.”

 

Yildirim wiha domand: “Di vê mijarê de jî em amade ne ku hevkariyê bikin. Bi tenê ne ji bo Şengalê li hemû deverên Iraqê ji bo tehdîdên ku bi ser welatên me bên kirin de emê hevkariya xwe bidomînin."

 

Weke tê zanîn ev demek e ku hikûmeta Iraqê ji Tirkiyeyê dixwaze ku leşkerên xwe ji wê derê bikişîne.

 

Leşkerên Tirkiyê berî herêma Başikayê ya Mûsilê bicî bûne li gorî gotinên berpirsên Tirkiyê, ew hêza ji bo perwerdekirina komên çekdar ên li wê derê li herêmê ye.





3142 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad