English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-07 [11:49 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hate gotin, ku rêxistina DAIŞê ji ber krîza darayî nikare meaşên çekdarên xwe bide û ji bo bidestxistina dahatan baca ser nîştecihên Mûsilê zêde kiriye.

 

Berpirsê Ragihandina Rêxistina Mûsilê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîd Memûzînî di daxuyaniyekê de ragihand; “Beriya niha meaşê her çekdarekî DAIŞê 600 hezar heta milyonek dînar bû. Lê her çû meaş kêm kirin û niha tenê mehane 50 heta 100 hezar dînaran didin çekdarên xwe.”

 

Li gorî gotina Memûzînî piştî bombebarankirin û wendakirina bîrên petrolê yên DAIŞê, dahata vê rêxistinê yê petrolê nemaye, ku DAIŞê pişta xwe bi firotina petrola qaçax ve girêdabû, niha ti dahateke berçav ê vê rêxistinê nemaye.

 

Seîd Memûzînî herwiha got; “DAIŞ niha ji bo peydakirina dahatê qaçaxcitiya mirovan dike, ji nîştecihên Mûsilê bertîlan werdigre û bacê giran dike.”

 

Rêxistina DAIŞê di 10ê Hezîrana 2014ê de dest bi ser bajarê Mûsilê de girt.

 

Roja 17ê Mijdara 2017ê jî operasyona Mûsilê dest pê kir. Heta niha Artêşa Iraqê kariye 45 taxên baj3er kontrol bike.





3430 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad