English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-05 [12:04 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê teqînek çê bû û di encamê de 10 kes hatin kuştin.

 

Li gorî agahiyan, îro pênşemî 5ê Çileya 2017ê li devera Bab Muezem a bajarê Bexdayê teqînek çê bû.

 

Teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî bûye û di encamê de kuştî û birîndar hene.

 

Berdevkê Operasyonên Serbaziyên bexdayê, Seid Mein di daxuyaniyekê de ragihand: “Otomobîleke ji corê Elentra li pêşiya parkîngeke otomobîlan li devera Bab Muezem a Bexdayê teqiya.”

 

Seid Mein da xuyakirin: “Di encama teqîna vê otomobîla bombekirî de 10 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûne.”

 

Rewşa ewlehiya bajarê Bexdayê xirab e û rojane teqîn û êriş li paytexta Iraqê diqewimin.





3364 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad