English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-04 [12:55 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî berî serdana Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bo Iraqê peyamek da û ragihand, Bexda rê nade axa Iraqê li dijî ti aliyekê were bikaranîn.

 

Heyder Ebadî herwiha ragihand, ku di serdana Bînalî Yildirim a bo Irqê de dê tekezî li ser baştirkirina têkiliyên navbera Bexda û Enqerê were kirin.

 

Heyder Ebadî got: “Em rê nadin axa Iraqê bo êrişkirina ser cîranên me were bikarbirin û em alîkariya ti aliyekê jî bo êrişkirina ser Tirkiyê nakin.”

 

Ebadî herwiha ameje bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên derve jî kir û da xuyakirin, “Kuridstanê rêjeyeke zêdetir a petrolê, ji wê rêjeya ku jê re hatiye diyarkirin, bi rêya Bender Ceyhanê ve dişîne derve.”

 

Serokwezîrê Iraqê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku di mijara hinardekirina petrolê de zêdetir şefaf be.

 

Biryar e di çend rojên dahatî de Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim serdana Iraqê bike.





3418 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad