English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-03 [11:15 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî aşkere kir, ku Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim dê serdana Kurdistanê bike.

 

Roja duşemiyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kevana serdana Serokê Fransayê François Hollande bo ofîsa serokwezîrtiya Kurdistanê û kombûn li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, daxuyaniyek rojnamevanî da û tê de aşkere kir, ku di demek nêzîk de Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim dê serdana Kurdistanê bike.

 

Nêçîrvan Barzanî derarê serdana Bînalî Yildirim bo Bexdayê de axivîû got: “Dema xwe ku arîşe di navbera Bexda û Enqerê de hebû, me weke Herêma Kurdistanê rol dît, da ku em wê aloziya navbera Bexda û Enqerê kêm bikin. Bi bextewerî ve, di wan hevdîtinên ku min di wê serdana xwe ya bo Enqerê de li gel Serokomar û Serokwezîr pêk anîn, biryara wê yekê da ku serdana Bexdayê bike.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa serdana Serokwezîrê Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê jî kir û da xuyakirin: “Biryar e Serokwezîrê Tirkiyê serdana Bexdayê bike, teqez di wê serdana xwe ya bo Bexdayê de, Serokwezîrê Tirkiyê dê serdana Herêma Kurdistanê jî bike.”

 

Aşkerekirina serdana Serokwezîrê Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî di demekê de ye, ku her roja duşemiyê Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş di konfranseke rojnamevaniyê de ragihand: “Tirkiye dixwaze arîşe û nakokiyên xwe li gel hemû welatan çareser bike, bi taybet jî welatên cîran û bo wê jî pêngavên pêwîst avêtine.”

 

Numan Kurtulmuş herwiha got: “Em hewl didin ku pêwendiyên xwe li gel Iraqê dest pê bikin, di wê çarçoveyê de jî, di hefteya dahatî de, birêz Serokwezîr serdaneke fermî bo Iraqê pêk tîne û mijarên rûbirûbûna terorê û pêşeroja Iraqê gotûbêj dike.”





3379 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad