English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-02 [11:12 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Mesûd Barzanî ragihand, cara yekem û di dema êrişên DAIŞê de, Serokê Fransayê François Hollande rîskek mezin kir û bo piştgiriya kurdan û pêşmerge hate Kurdistanê.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di destpêka konfransa rojnamevaniya hevbeş a li gel Serokê Fransayê François Hollande de, bi navê xwe û gelê Kurdistanê, pêşmerge û malbatên şehîdên Kurdistanê bi xêr hatina Hollande kir, ku îro bo duyemîn car serdana Kurdistanê kiriye.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Cara yekem, cenabê we di demekê de serdana Kurdistanê kir, ku Kurdistanê ketibû ber êrişa dirrindetirîn rêxistina terorîstiya cîhanê û şer li paytexta me gelek nêzîk bû. Di wê demkê de cenabê we risk kir û hûn hatin, ku ev jî piştgiriyeke gelek mezin bû ji bo me û we helwesteke merdane û mirovdostane ji bo xwe û gelê xwe tomar kir.”

 

Mesûd Barzanî got: “Piştî nêzîkî 2 sal û nîvan, careke din we em serbilind kirin û we kerem kir û hatin û em di xizmeta we de bûn li çeperan li Çiyayê Zertekê û me berê xwe da Mûsil û derdora wê. Ev yek hêsan nebû, belku bi xwîna şehîdên qehreman ên Pêşmerge û piştevaniya hêzên hevpeymanan bû, ku Fransayê roleke bingehîn didît di wê hevpeymaniyê de.”

 

Barzanî di berdewamiya axavtina xwe diyar kir: “Rast e ku niha şer li nav cergeya DAIŞê ye, lê belê nayê wê wateyê ku eger DAIŞ ji aliyê leşkerî ve şikest, dê şerê DAIŞê û gefa terorê dawî pê bihê. Renge di bin navên din û perdeyên din de em rûbirûyê terorê bibin, her ji ber wê jî ew alîkarî û ew hevpeymanî pêwîst e berdewam be.”

 

Barzanî tekez kir: “Her weke ku cenabê we jî dît, devereke berfireh hat rizgarkirin bi destê Pêşmerge , û piştî wê bi hemahengiyeke temam a li gel Artêşa Iraqê û hevpeymanan, Artêşa Iraqê qonaxa duyem (a operasyonê) dest pê kiriye û heta niha gelek cih hatine rizgarkirin, lê belê şerekî dijwar e, em hêvîdarin ku encama wê bi şikesta DAIŞê dawî pê bihê.”

 

Her di vê konfransa rojnamevanî de, Serokê Herêma Kurdistanê berê xwe da Serokê Fransayê û ji François Hollande re got: “Fransa herdem pişt û penahek bûye bo gelê Kurdistanê, me gelek hêvî bi we hene. Em hêvîdarin jî ku di pêşerojê de Fransa li pişt xwe bibînin, da ku em bigihîjin hêviyên xwe.”

 

François Hollande di konfransa rojnamevaniya li gel Mesûd Barzanî de bi van gotina dest bi axavtina xwe kir: “Serok, min xwast di destpêka sala 2017ê de bême Herêma Kurdistanê da ku hêviya serkevtinê ji we re bixwazim, di rûbirûbûna terorîstan de.”

 

Hollande amaje bi yekemîn serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê kir û got: “Di sala 2014ê de, ku ez hatim Kurdistanê, wê demê DAIŞ li nêzîkî Hewlêrê bû. Daxwaz hat kirin, ku Fransa piştevaniya Herêma Kurdistanê bike, Fransa bi wî erkî rabû û bûye endam di hvepeymaniya li dijî DAIŞê de û niha hêzên fransî di vî şerî de beşdar in.”

 

Serokê Fransayê behsa rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de kir û diyar kir: “Bi rastî bêyî wêrekî û bêyî qurbaniya Pêşmerge, gelek zehmet bû ku DAIŞê were jinavbirin. Berî niha ez li eniya şer bûm, hemû ew deverên ku em tê re derbas bûn, bi xwîna Pêşmerge hatine kontrolkirin. Me li Çiyayê Zertekê hemû ew gund û bajarok dîtin ku bi qehremanîtî û qurbaniya Pêşmerge hatine rizagrkirin, hemû ew kêmîneyên olî yên ku li wan deveran dijiyan, êdî ji pêşeroja xwe natirsin.”

 

François Hollande destnîşan kir: “Pêşmerge bû ku bi şerê xwe hemû cîhan rizgar dikir, niha divê dema wê be ku em hemû bi berpirsatiya xwe rabin, nek tenê Pêşmerge bi wî berpirsatiyê rabe. Belku hemû cîhan gerek berpirsyar bin û eger em dixwazin terorîst werin têkbirin, divê em hemû werin pêş.”

 

Hollande behsa alîkariyên welatê xwe bo awareyên li Herêma Kurdistanê kir û da xuyakirin: “Hejmareke zêde ya awareyan li vir in, Min bi xwe re alîkariyên mirovî anîne, nek tenê divê ku em alîkariya koçberan bikin, belku divê em piştgiriya wan jî bikin, da ku evgerin deverên xwe.”

 

Di berdewamiya axavtina xwe de, Hollande di bersiva pirsyara ku gelo em gerek niha çi bikin, got: “Divê em Mûsilê rizgar bikin, herwiha em kar bikin da ku DAIŞê ji Iraq û Sûriyê derxînin, da ku ew rêxistina terorîstî nemîne. Piştre jî divê çareseriyeke siyasî hebe bo piştî rizgarkirina Mûsilê, rêveberiyeke baş, ji bo pêkvejiyan vegere bo vî bajarî û lihevhatin û pêkvejiyan bo xelkê wê berdest bike.”

 

Serokê Fransayê di dawiya axavtina xwe de cardin behsa serdana xwe bo Herêma Kurdistanê di sersala nû de kir û da zanîn:

 

“Hatina min di serê sala nû de bo Hewlêrê, ji bo wê yekê nû ku ez destxweşiyê li Pêşmerge bikim û piştgiriya hêzên iraqî bikim bo rizgarkirina Mûsilê. Herwiha piştgiriyeke konkretî ya serbazî û mirovî û siyasî ya Herêma Kurdistanê bikim û bêjim, ku Fransa piştevanê gelê kurd e.”





3295 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad