English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-02 [09:11 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li Samerayê çekdaran êrişî çend binke û xalên kontrolê yên hêzên polîs ên Iraqê kirin. Ji ber wan êrişan, Artêşa Iraqê qedexeya hatinûçûnê li tevahiya bajarê Samerayê ragihand.

 

Îşev 2ê Çileya 2017ê, çendîn çekdarên êrişî navend û binkeyên Polîsê Iraqê kirin û di navbera çekdarên û hêzên polîs de çer derketiye. Li gorî agahiyan, şerê navbera çekdaran û Polîsê Iraqê hêj berdewam e.

 

Herwiha ji ber êrişa berfireh a çekdaran, Fermandeyiya Serkirdatiya Operasyona Samerayê ya girêdayî Artêşa Iraqê, qedexeya hatinûçûnê li tevahiya bajarê Samerayê ya ser bi parêzgeha Selahedînê ve ragihand.

 

Li gorî zanyariyên ji medyayên xwecihî yên iraqî ve, Serkirdatiyê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, ku qedexeya hatinûçûnê li Samerayê (40 kîlometriya başrûê Tikrît a navenda parêzgeha Selahedînê) tê ferzkirin.

 

Çavkaniyekê ewlehiyê ji parêzgeha Selaheînê da xuyakirin: “Îro duşemî demek berî niha, navenda polîs a li rojhilata Samerayê rastî êrişa çekdarî hat, û hêzên ewlehiyê 2 xwekuj dorpêç kirine.”

 

Heman çavkaniyê tekez kir: “Bi teqîneke xwekujî, xaleke kontrolê ya li ser Samera-Bexdayê bû armanca êrişê.”

 

Derbarê êrişê de, Wezareta Navxwe ya Iraqê jî di daxuyaniyekê de ragihand, ku çekdaran êrişî navendeke polîs a li bajarê Samerayê kirine.

 

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê emîd Seid Mein di daxuyaniyekê de ragihand, “bi rêya du xwekujan hewla kontrolkirina Navenda Polîs a Mutewekil a li Samerayê hatiye dan.”

 

Seid Mein tekez kir, “hêzên ewlehiyê navenda polîs dorpêç kirine û pevçûn di navbera wan û çekdarên xwekuj de derket.”

 

Mein destnîşan kir, ku piştî demekê hêzên ewlehiyê her du xwekuj kuştin û êriş têk birin û kontrola navenda polîs girtine destê xw.e





3142 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad