English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-01 [11:32 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serkirdeyê pilebilindê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî ragihand: Ti pêwîstiya me bi PKKê nîne û hebûna hêzên PKKê li ser axa Iraqê, provokasyon li hember Tirkiyê ye, ji ber wê pêwîst e sînorek ji çalakiyên PKKê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê re were danîn.

 

Serkirdeyê pilebilindê Rêxistina Bedir, ku rêxistina wî di Desteya Heşda Şeibî de endam e, di daxuyaniyekê rojnamevanî de ragihand, Heşda Şeibî ti têkilî bi PKKê re nîne û da xuyakirin, ku Heşda Şeibî ti pêwîstî bi hêzên PKKê jî nîne.

 

Kerîm Nûrî bi gotina, hebûna PKKê li ser axa Iraqê, acizkirina Tirkiyê û provakasyon li hember wî welatî ye, got: “Ti pêwendiyên me li gel PKKê nînin. Me ti pêwîstî jî bi wan nîne û hebûna PKKê provakasyon li hember hêzên Tirkiyê ye jî.”

 

Nûrî herwiha got: “Destûra Iraqê rê bi bikaranîna axa Iraqê ji aliyê ti hêzeke welatên cîran nade, îja çi PKK be yan yên din. Em rê nadin çi Dijbereya Îrnaê be, çi Dijbereya Tirkiyê be, li Ser axa Iraqê bin. Ew yek rewatiyê dide Tirkiyê yan Îranê ku destwerdanê di nava karûbarên navxweyî yên Iraqê de bikin.”

 

Berdevkê Berê yê Heşda Şeibî li ser îdiaya ku hikûmeta Iraqê mûçeyê dide hêzên weke YBŞ û YPJê ku ji aliyê PKKê ve li Şingalê hatine avakirin, ji Rûdawê re axivî û ew îdia red kir.

 

Kerîm Nûrî da xuyakirin: “Ev rast nîne, eger PKK hebin, li Kurdistanê hene, ji ber wê pêwîst e birayên me li Kurdistanê, liv û tevgerên PKKê sînordar bikin. Çawan hemahengî di navbera me de hebe? Di navbera Mûsil û Tirkiyê de, Kurdistan heye, derbasbûna PKKê bi rêya çiyayên Kurdistanê ve dibe. Ez piştrastim ku birayên me yên pêşmerge, PDK û YNK tevgera PKKê kontrol dikin. Aliyê yekem, rewatiyê bi Tirkiyê nadin, ku destwerdanê di nava karûbarên Iraqê de bike.”





3127 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad