English | عربی | کوردی  
 
 
2016-12-06 [02:19 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê ragihand, ku hejmara wan kesên ji ber şer ji Mûsilê û deşta Nînowayê reviyane gihiştiye 90 hezar kesan.

 

Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê Derbaz Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara kesên ji ber şerê Mûsilê reviyane gihiştiye 90 hezar kesan û heta niha milyonek û 500 hezar kes jî vegeriyane navçeyên hatine rizgarkirin.

 

Piraniya kesên, ku ji ber şer direvin li kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê tên bicîhkirin. Rêxistinên navdewletî û herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkariya wan koçberan dike lê bi tevê vê yekê jî koçber ji kêmbûna derfet û xizmetguzariyan gilîdar in.

 

Derbaz Mihemed eşkere kir, ku Wezareta Koç û Koçberan 2 milyar dînar ji bo navçeya Şingalê xerc kiriye û 300 milyon dînar jî weke padaşt û meaş daye karmendên nexweşxayên koçberan ên li Hewlêrê.

 

Mihemed herwiha diyar kir, ku di vê heyamê de nexweş û birîndar di van nexweşxaneyan de hatine dermankirin.





3448 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad