English | عربی | کوردی  
 
 
2016-12-05 [04:49 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Jêderekî ji artêşa Iraqê ragihand, firokeyên F16 yên Iraqî şeva borî bo yekem carê çend binke û baregehên DAIŞê li nava bajarê Mûsilê bombebaran kirin.

 

Wî jêderî aşkere kir jî, ew firoke ji binkeya asmanî Beled li aprêzgeha Selahedîn firîn û êrîş li nava bajarê Mûsilê pêk anîn.

 

Li gor rêkeftina di navbera Amerîka û Iraqê de, Bexda biqasî 65 milyon Dolar, 36 firokeyên ji cureya F16 ji Washingtonê kirîbû.

 

ji despêka operesyona Mûsilê ve, çekdarên DAIŞê li nava bajarê Mûsilê bi rêya wesayîtên bombebarkirî û xwekujan ve êrîşan dike û sivîlan wek mertalên mirovî bikar tîne, artêşa Iraqê jî pêşveçûnan dike.

 

Operesyona rizgarkirina Mûsilê di roja 17 Cotmehê de dest pê kir, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê karîne çendîn taxên girîng ji destê DAIŞê rizgar bikin, niha şer li nava taxên Mûsilê berdewam e.

 

Li gor fermandarên leşkerî, ku DAIŞê ji çend rojan ve êrîşên beramber dike, lê nikare li ber pêşketinên artêşa Iraqê bigire.





3364 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad