English | عربی | کوردی  
 
 
2016-12-03 [12:46 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Hikûmeta Iraqê di çarçoveya bûdçeya 2017ê de ji bo pêşketina bajarê Helebceyê milyarek dînar (milyonek û 153 hezar û 846 dolar” terxan kir.

Duh Komîteya Darayî ya Parlemantoya Iraqê rapora xwe ya taybet bi projeyasaya bûdceya 2017 temam kiribû.

 

Parlamentoya Iraqê îro dicive û tê biryar e ku dendgdan li ser projeyasaya bûdçeya 2017ê were kirin.

 

Endamê Komîteya Darayî ya Parlementoya Iraqê Mesûd Heyder ji Rûdawê re diyar kir ku di çarçoveya Bûdçeya Pêşxistina Parêzgehan de ji bo parêzgeha Helebceyê 1.5 milyar dînar hatiye yekalîkirin.

 

Mesûd Heyder wiha got: “Ti peywendiyên vî pereyî bi rêkeftina petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîne. Tenê ji bo paşxistina bajêr hatiye veqetandin.”

 

Di projeyasaya 2016an de ti pere ji bo Helebceyê nehatibû terxankirin.  Dadgeha Fedaral îtiraz kiribû lê dîsa jî projeyasa nehatibû terxankirin.”

 

Hikûmeta Navendî ya Iraqê ji destpêka sala 2014an ve hem bûdçeya Herêma Kurdistanê û hem jî meaşên fermanberên Herêma Kurdistanê nade.





3382 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad