Hewlêr (ZNA) - Li navçeya Farqîn a Amedê êrişî cerdevanan hat kirin û di encamê de cerdevanek hat kuştin.
Îşev derdora saet 20:40 li Taxa Çardak a navçeya Farqînê ya girêdayî parêzgeha Amedê, cerdevan rastî êrişeke çekdarî hatin.
Li gorî agahiyan, êriş di demekê de pêk hat, ku cerdevan mijûlî guhertina nobetê bûn.
Hat ragihandin, ku di encama êrişê de 3 cerdevan birîndar bûn, ku birîna yek ji wan bi anvê Abdulkadir Bekler giran bûye û di rêya veguhastina bo nexweşxaneyê de, jiyana xwe ji dest daye.
Her du cerdevanên din ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletî ya Farqînê hatin veguhastin.
Piştî bûyerê, hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li Taxa Çardak a Farqînê belav bûn û dest bi operasyoneke lêgerîn û pişkinînê kirin.
3349 car hatiye dîtin |