English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-29 [12:36 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Fermandarê bilind ê hêzên Brîtanyayê li Iraq û Sûriyê general Rupert Jones ragihand, “Şerê DAIŞê bi lezûbez nabe. Divê fermandarên iraqî bi serbr û bêhnfireh bin.”

 

General Rupert Jones di wê baweriyê de ye ku ji bo derxistina DAIŞê ji nav Iraqê pêwîstî bi demek dirêj heye û dibe ku şerê li Iraqê jî heta naverasta sala 2017ê berdewam bike.

 

Rupert Jones ji rojnameya The Guardian a welatê xwe re axivî û diyar kir, ku di dema kontrolkirina bajarê Minbicê de nêzîkî 10 hezar belgeyên DAIŞê hatine desteserkirin û di wan belgenameyan de derbarê êrîşên DAIŞê yên li Ewropa û rêxistina wan a welatên cuda yên cîhanê de, agahiyên giring ketine dest.  

 

Jones dibêje bi kontrolkirina Mûsilê dê zanyariyên giringtir jî derkevin holê.

 

Fermandarê bilind ê hêzên Brîtanyayê li Iraq û Sûriyê general Rupert Jones daxuyand ku rêxistina DAIŞê ji sedî 56ê axa Iraqê û ji sedî 28ê axa Sûriyê ya di bin dagirkeriya xwe de wenda kiriye û got; “Lê hê jî di Mûsilê de bi hovane şer dike. Li kolanên Mûsilê serê xelkê dibire û wan davêje nav bîrên petrolê.”

 

Fermandarê brîtanî dibêje operasyona navçeya Tileferê dibe bimîne piştî kontrolkirina Mûsilê û herwiha di wê baweriyê de ye ku dê vê care hêzên hevpeymanan zû bi zû ji Iraqê dernekevin.





3187 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad