English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-29 [12:14 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Fermandeyekî Artêşa Sûriya Azad ji Rûdawê ragihand, komên çekdar ên Dijbereya Sûriyê çend taxên bakurê rojhilata Helebê radestî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirine. Wî fermandeyî got, radestkirina wan taxan bi mebesta parastina sivîlan bûye.

 

Yek ji fermandeyên Artêşa Azad a Sûriyê, eqîd Fayiz Esmer di pêwendiyeke telefonî de beşdarî bultena nûçeyan a televizyona Rûdawê bû û derbarê şerê li bajarê Helebê û rewşa herî dawîn zanyarî dan.

 

Fayiz Esmer ji Rûdawê re ragihand, Artêşa Sûriyê û milîsên îranê karekî weha li helebê kirine ku êdî hêzên dijbereyê nikarn li wî bajarî li berxwe bidin.

 

Fayiz Esmer got, hêzên Artêşa Sûriyê 10 taxên rojhialtê bajarê Helebê kontrol kirine.

 

Esmer herwiha got, jibo ku taxên rojhlatê Helebê bi temamî ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyê ve neyên wêrankirin, hêzên dijbereyê ji çend taxan paşve vekişyane.

 

Esmer tekez kir, ku çekdarên dijbereyê taxên Holka Jêrîn û Holka Jorîn û Be'edîn radestî şervanên YPGê kirine.

 

Wî fermandeyê Artêşa Sûriya Azad herweha destnîşan kir, hêzên dijbereyê li gundewarên başûrê Helebê hatine dorpêçkirin û ew hêz hewl didin ku dorpêçê bişkînin û niha amadekarî tên kirin ku operasyoneke mezin li başûrê Helebê birêve biçe.

 

Fayiz Esmer diya kir, ku hêzên dijbereyê neçarin ku li Helebê şerê kolan bi kolan birêve bibin.

 

Esmer di derbarê topbarankirina taxa Kurdan a bajarê Helêbê, Taxa Şêx Meqsûd de jî got, ew topbaran je aliyê Artêşa Azad ve nayê kirin, belku hinek grûp hene ku bi wan topbaranan radibin û ew grûp jî nayên kontrolkirin.

 

YPG: Hêzên me ketin nav taxên Bostan Paşa û Holikê

 

Fermandariya YPGê ya bajarê Helebê jî di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên wan derbasî nav taxên Holik û Bostan Paşa bûne û korîdorekî mirovahî li wan her du taxan vekirine.

 

YPGê got, hêzên wan di rêya wan kirîdoran re 6 hezar sivîlên ku ji ber şerê di navbera Artêşa Sûriyê û çekdarên dijbereyê reviyabûn, rizgar kirine.

 

Di beşeke vê daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi dijwarbûna şer li taxên rojhilatê Helebê, hêzên me ketin taxa Bustan Paşe û Hulik û kerîdorekî mirovahî vekirin. Heta niha hêzên me 6 hezar sivîl di wî korîdorî de rizgar kirin û gihandin cihên bi ewleh.”

 

Jêder: Rûdaw





3334 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad