English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-29 [11:33 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku dê heya dawiya îsal plana xwe ya Mûsilê bicî bikin û operasyona kontrolkirina Musilê bidawî bibe.

 

Di hevpeyvîneke televizyonî de Serokomarê Iraqê Heyder Ebadî behsa şerê kontrolkirina Mûsilê kir û ragihand ku heya niha hêzên Iraqê serkeftinên baş li Mûsilê bi dest xistine û di pênc heftiyên pêş de dê plana leşkerî li Mûsilê bi dawî bibe.

 

Herwiha bal kişande ser wê yekê ku wan plana niştecîkirina koçberan li Mûsilê guhertiye û ew naxwazin xelk ji malên xwe derkevin.

 

Heyder Ebadî wiha got:

 

“Ti tiştê din li pêşiya me tunebe Mûsil dê hemû bê kontrolkirin. Heya dawiya salê plana operasyona Mûsliê dê bi dawî be. Ez dixwazim bi zûtrîn dem babeta Mûsilê bi dawî bînin, lê ev planeke leşkerî ye. Heta niha hêzên me karîne serkeftinên mezin  bi dest bixin. Xelkê Mûsil hemû alîkariye didin hêzên Iraqî û derbarê DAIŞê de zanyariyên didin hêzên me.”   





3436 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad