English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-27 [12:24 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Parlamentoya Iraqê pêşnûmeya derbarê bi fermî kirina hêzên Heşda Şeibî pesend kir.

 

Berdevkê Heşda Şeibî Ehmed Esedî di Parlamentoya Iraqê de bi civînekî rojnamevanî ragihand ku di civîna îro ya parlamentoyê de, bi beşdarbûna 208 parlamenteran pêşnûmeya derbarê bi fermîkirina Heşda Şeibî hatiye gotûbêjkirin.

 

Esedî da zanîn ku Serokê Parlamentoyê Selîm Cubûrî jî di rûniştinê de made bûye û pêşnûme bi dengên erê yê hemû parlamenteran hatiye qebûlkirin.

 

Hevgirtina Hêzên Sûnne rûniştina li parlamentoyê boykot kirin û Hevgirtina Wataniye ya Îyad Elewî jî ragihand ku ew li dijî yasayê ne.

 

Bi vê biryarê de Heşda Şeibî weke hêzekî ewlekariyê yê fermî bê naskirin û di bin fermandariya serokwezîr de be. Herwiha êdî dê ji aliyê wezareta Berevaniyê ve bê pirçekkirin û fînansekirin.

 

Heşda Şeibî piştî êrîşa DAIŞê ya ser Iraqê, bi fermana rêberên olî yên şîeyan hatibû damezrandin. 





3202 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad