English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-26 [10:52 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Desteya Heşda Şeibî ji hevpeymaniya navdewletî daxwaz kir, ku sedema bombebarankirina Firokexaneya Tileferê eşkere bike.

 

Roja 24-11-2016 Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û fermandarên Heşda Şeibî serdana Firokexaneya Tileferê kirin. Piştî ku Ebadî û şanda pê re ji firokexaneyê derketin, çend mûşek li fiorkexaneyê teqiyan.

 

Desteya Heşda Şeibî bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand, “Çikê civîna berpirsên me bi mûşekan hetiye bombebarankirin û di encamê de şervanên me birîndar bûne.”

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku piştî lêkolînan derketiye hole, ev mûşek ne ji aliyê DAIŞê ve, bi mûşekên lazerî ji aliyê firokeyan ve hatiye bombebaran kirin.

 

Desteya Heşda Şeibî amaje bi wê yekê kir, ku di dema bombebaranê firokeyên hevpeymanan li esmanê Tileferê digeriyan û daxwaz kir, ku ev mijar bê ron kirin.

 





3295 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad