English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-26 [10:19 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsê Ragihandina Liqa Mûsilê ya PDKê ragihand ku Serokê Dadgeha Şerîetê yê DAIŞê ji Mûsilê reviye.

 

Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a PDKê li Mûsilê Seîd Memûzînî di daxuyaniyekê de ragihand, roja pênşemê (24-11-2016), Serokê Dadgeha Şerîetê yê DAIŞê Nîzam Rûfahî, ku dostekî nêzîkî Ebûbekir Bexdadî ye, ji Mûsilê reviye Sûriyê.

 

Seîd Memûzînî ragihand: “Niha ti endamekî serkirtetiya şûraya xelîfetiya DAIŞê li parêzgeha Mûsilê nemaye. Bexdadî beriya niha jî ji berpirsên DAIŞê re gotibû, ku eger hûn nikarin berevaniyê bikin, Mûsilê wêran bikin û birevin.”

 

Roja 17ê Mijdarê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihandibû ku operasyona Mûsilê dest pê kiriye. Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê karîne heta niha rûberekî fireh ê deşta Nînowa ji destê DAIŞê derbicin.

 

Li gorî amarên serbazî heta niha di operasyonê de 2 hezar û 300 çekdrên DAIŞê hatine kuştin, ku di nav de berpirsên DAIŞê jî hene.





3319 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad