English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-21 [10:00 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Artêşa Iraqê li taxên Tehrîr, Ulema û Mûelîmîn, di nav xanî û avahiyan de lêgerîn û pişkînîna xaniyan kirin.

 

Duh Artêşa Iraqê taxên Tehrîr, Ulema û Mûelîmîn kontrol kiribûn. Artêşa dixwaze gav bi gav nêzîkî navenda bajêr bibe. Îro jî hêzên Dije Teror li nav kolanan, mal û avahiyan karûbarên lêgerîn û pişkînînê dikin.

 

Îro 20-11-2016 pevçûn li gorî rojên din kêmtir bûye û xelk jî di nava malên xwe de ne.

 

Li gori agahiyan, piraniya xelkê Mûsilê naxwazin ji malên xwe derbikevin û koçber bibin. Çekdarên DAIŞê jî wan weke mertal bikar tîne.

 

Piştî kontrolkirina taxan, rêxistinên xêrxwazî alîkariyê ji xelkê re tînin. Li vir pêwîstiyên sereke yên xwarinê nayên peydakirin. Lewma jî rewşa xelkê ne baş e.

 

Herwiha ji ber şerê nav kolanan xelkê sivîl jî zirarekî mezin dibîne.





3316 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad