Hewlêr (ZNA) - Li Mûsilê çekdarekî DAIŞî yê bi bi rêgez kurd, li hember yekîneyên Artêşa Iraqê êrîşeke xwekujî pêkanî.
Rêxistina DAIŞê li ser torên civakî eşkere kir, ku çekdarekî bi navê Ebû Ebdurehman Kurdî, li taxa Qadîsiye ya Mûsilê, bi otomobîlekî bambebarkirî, li hember Artêşa Iraqê êrîşeke xwekujî lidarxistiye.
Ji ber êrîşa Artêşa Iraqê û bombebaranên firokeyan, çekdarên DAIŞê bi rêya xwekujan hewl didin bersiv bidin operasyonan.
Ji aliyekê din ve hêzên Artêşa Iraqê li rojhilatê Mûsilê taxên Berkir, Semah 1 û Semah 2 kontrol kirine û li taxên Qadisiye, Hezra û Zehra jî di navbera yekîneyên Artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de pevçûnên dijwar pêk tên.
4471 car hatiye dîtin |