English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-14 [04:51 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê berî yê Iraqê Nûrî Malîkî got: “Ew hêzên ku çavên wan li axa Mûsilê ye, DAIŞ anîne Iraqê.”

 

Serokê Partiya De’waya Îslamî Nûrî Malîkî roja 11ê Mijdarê li duwemîn Kongreya Hozên Gel gotarek pêşkeş kir û got: “DAIŞ berdewama rêxistina El Qaîde ye. Rêxistinên weke Nûsra, Ehrar Şam û komên din ên terorîstî jî ser bi vê rêxistinê ne. her yek di çarçoveya projeyên dagirkeran de, ji bo armanceke siyasî hatine avakirin.”

 

Nûrî Malîkî derbarê dagirkirina DAIŞê ya axa Iraqê de jî diyar kir, Ew hêzên ku çavên wan li axa Mûsilê ye, DAIŞ anîne Iraqê. Alîkarî dane wan da ku axa Iraqê dagir bike.”

 

Di berdewama axaftina xwe de Malîkî ragihand, ku rêxistinên weke DAIŞê ji bilî kuştin, wêrankirin û xirakirinê baweriyê bi ti tiştî nakin û ji hemû aliyan jî xwest ku li dijî terorîzmê tekoşînê bikin.

 

Malîkî herwiha got: “Tekoîn bi tenê bi çek nabe, belku bi rêya belavkirina hişyarî, rewşenbîrî, hevqebûlkirinê jî pêwîst dike.”

 





3556 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad