English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-12 [01:39 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Hejmarek çekdar ku cilûbergên serbazî li xwe kiribûn, li parêzgeha Besra yê Iraqê êrişî zêringeriyekê kirin û 116 kîlogram zêr dizîn.

 

Çavkaniyekî ji Polîsê parêzgeha Besrayê ragihand, şeva bihorî nêzîkî 18 çekdaran bi cilên leşkerî li navçeya Heyaniyeyê ku dikeve rojavayê parêzgeha Besrayê, êrişî ser cihekê firotina zêr kirin û rêjeyeke zêde ya zêr bi xwe re birin.

 

Medyayên Iraqê amaje bi wê yekê kirine, cihê ku dizî lê hatiye kirin, yek ji mezintirîn bazarên xwecihî yên zêr li navçeya Heyaniyeyê ye.

 

Li gorî zanyariyan, çekdarên li gel wê çendê ku zanîne, li derdora wan kamêrayên çavdêriyê hene, lê belê diziya xwe her kirine.

 

Çekdarn piştî şikandina deryên dukanan û quflên sindoqan, li cihekê 70 kg, li cihek din 40 kg û li cihê sêyem jî 6 kg zêr dizîne.

 

Derbarê bûyerê de, Serokê Komîteya Asayişa Encumena Parêzgeha Besrayê, Cebar Saidî daxwaza lêkolînê û aşkerekirina bikeran kir.

 

Cabar Saidî got, pêwîst e bikerên dizînê werin girtin, bi taybet ku bi cilên leşkerî ew kar kirine.

 

Saidî herwiha wê pirsyarê dike û dibêje, di dema encamdana wê bûyera diziyê de, efserên polîs li kuderê bûne.

 

Medyayên iraqî ragihandine, ew cara çendemîn e ku li heman cihê dizî tê kirin û heta niha pêşiya wê nehatiye girtin.

 





3373 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad