English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-03 [12:35 PM]

Hewlêr ( ZNA)


Xelîfeyê” DAIŞê Ebûbekir el-Bexdadî bang li çekdarên rêxistinê kir ku ew Tirkiyê dagir bikin.

 

Medya bi ser DAIŞê ve tomarikî dengî belav kir û îdia dike ew dengê Serokê rêxistina DAIŞê Ebubekir el-Bexdadî ye.

 

Di tomarî dengî de tê gotin operasyona rizgarkirina Mûsilê dê sernekeve û ji bo Tirkiyê jî wiha hatiye gotin; “Tirkiye îro êdî ketite ber menzîla we û bûye hedefa cîhada we. Tirkiyê dagir bikin û tirsê bixin nav cihên ku ewle dibînin.”

 

Li gor nûçeya Reutersê tomara dengî ji 31 xulekan pêk tê lê hêj nehatiye piştrastkirin sedî sed dengî Bexdadî ye.

 

Berdewamiya tomara dengî de derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de wiha hatiye gotin:

 

“Bi şerê cîhadê ku her diçe dijwartir dibe em nêzîkî serkeftinê bûne. Bila gelê Neynewayê rê nede ku cîhada me ya li hemberî dijmînên Xwedê lawaz bibe.”

 

Bexdadî wiha bangî tîma xwekuj a DAIŞê dike: “Roja kesên bêbawer li wan bikin şev. Li ser axa wan wêraniyê bikin û bila xwîna bibin golên avê.”

 





3502 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad