English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-03 [08:20 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, eger serkirdatiya Tirkiyê têkeve nava serkêşiyê û êrişî Iraqê bike, dê Tirkiye berdêla wê dijminkariyê yekê bide.

 

Heyder Ebadî îro li Bexdayê bi serok eşîr û kesatiyên diyar, nûner û siyasetmedarên navçeya Tilefer a girêdayî Mûsilê re civiya.

 

Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Heyder Ebadî di hevdîtina li gel kesatiyên Tileferê de got, emê DAIŞê şikest bidin û Tileferê ji destê wê rêxistinê rizgar bikin.

 

Ebadî herwiha got, ku ew dê ji aliyê leşkerî ve DAIŞê têk bibin û tekez kir: “Pêwîst e em pîlanên wan bi yekrêzî û yekgirtina xwe têk bibin, ji ber ku ew nakokiyên me bi kar tînin.”

 

Ebadî bi gotina wê yekê, ku hinekan bo dijatiya terorê tiştek pêşkêş nekirin, zêdebarî wê yekê ku di proseya rizgarkirinê de rol bi wan hat dan, destnîşan kir, ku wan weke Iraqê ti pêwîstî bi wan aliyan nîne, ji ber ku hêzên iraqî dê wan erdan hemûyan ji destê DAIŞê rizgar bikin, ku hêj di bin destê wê rêxistinê de ne.

 

Serokwezîrê Iraqê diyar kir, ku ew bi yekgirtinê dikarin serbikevin û da zanîn, ku di dema şer de, ne wextê nakokî û rikeberiyên siyasî ye.

 

Heyder Ebadî herwiha daxwaz kir, ku ji bo prsoeya siyasî ya li Iraqê pêwîstî bi nêrîn û têgihîştineke din heye û aliyên siyasî bo wê yekê vexwand.

 

Ebadî herwiha ragihand, ewên ku nitşman firotine, ti cihek ji bo wan nîne, weke amajeyek bo kes û aliyên ku alîkariya DAIŞê kirine.

 

Ebadî herwiha derbarê têkiliyên navbera Iraq û Tirkiyê de jî got: “Tikriye cîranê me ye. Em dixwazin me pêwendî pê re hebe, ji ber ku em dizanin, ku şer zirarên digihîne her du aliyan.”

 

Serokwezîrê Iraqê got, hin alî dixwazin Tirkiyê li hemberî Iraqê û zanyariyên şaş didin.

 

Heyder Ebadî hişyarî da û got: “Em ji wan re dibêjin, ku Tirkiye li pey berjewendiyên xwe digere û ne berjewedniyên we.”

 

Derbarê wê yekê ku eger Tirkiye destweranê di nava axa Iraqê bike, Ebadî da xuyakirin, eger ku serkirdatiya Tirkiyê serkêşiyek wisa bike, dê berdêla wê yekê bide û hemû welatiyên Iraqê dê bi rihekê niştîmanî rûbirûyê wê dijminkariyê bisekinin û canê xwe di ber welatê xwe de bidin.

 

Tirkiye û Iraq li ser operasyona Mûsilê ratsî nakoiyên tund hatine. Tirkiye daxwaza beşdarbûn di operasyonê de dikir û heta niha jî li ser daxwaza xwe berdewam e, lê belê Hikûmeta Iraqê ew daxwaza Enqerê bi tundî red kir.

 

Iraqê herwiha hebûna hêzên leşkerî yên Tirkiyê di nava axa xwe û li navçeya Başîkê de bi neyasayî dizane û hêzên Tirkiyê wek dagîrker bi nav dike.

 

Li hember de jî, Tirkiye hişyarî daye, ku nabe Heşda Şeibî di operasyona Mûsilê û bi taybet jî rizgarkirina Tileferê de beşdar bibe.

 

Enqere dibêje, eger ku Heşda Şeibî li ser çûna nav Tileferê rijd be, dê helwestek din li xwe nîşan bide.





3379 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad