English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-02 [10:12 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ew dê bi tundî rûbirûyê her aliyekê rawestin û şer bikin, ku bixwaze êrişî Iraqê bike.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro sêşemî 1ê Mijdara 2016 derbarê operasyona Mûsilê de daxuyaniyek da.

 

Heyder Ebadî ragihand, ku operasyona kontrolkirina Mûsilê bi awayekê serkevtî birêve diçe û got, ku hemû hêzên iraqî di operasyona Mûsilê de beşdar in.

 

Heyder Ebadî got, ku DAIŞ rastî şikstinê hatiye û ew dixwazin di kêmtirîn dem de Mûsilê kontrol bikin.

 

Ebadî da xuyakirin, ku hin welatên cîhanê di wê baweriyê de bûn, ku kontrolkirina  Mûsilê xewn e, lê belê hêzên iraqî xwe îsbat kirin.

 

Serokwezîrê Iraqê rexne li hin serkirde û siyasetvanên Iraqê jî girt û ew bi wê yekê tohmetbar kirin, ku propagandayên DAIŞê belav dikin.

 

Derbarê destwerdana welatên biyanî di nava karûbarên Iraqê de jî, Serokwezîr Heyder Ebadî amaje bi wê yekê kir, ku ew rê bi wê yekê nadin.

 

Ebadî got: “Emê rûbirûbûyê her aliyekê bibin, ku bixwaze êrişî Iraqê bike.”

 

Ebadî bi redkirina destwerdana welatên din di nava karûbarên Iraqê de, tekez jî kir, ku Bexda destwerdanê di karûbarên ti welatekê de nake.

 





3259 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad