English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-02 [09:08 AM]

Hewlêr (ZNA)


Fermandeyê Firqeya Altûnî ya Artêşa Iraqê, Fazil Berwarî ji Rûdawê re ragihand, ku hêzên iraqî taxa Gogcelî ya bajarê Mûsilê bi tevahî kontrol kirine û dest danîne ser bînaya telezviyona xwecihî ya Mûsilê jî.

 

Îro duşemî di berdewamiya operasyona kontrolkirina Mûsilê de, hêzên Artêşa Iraqê ji aliyê rojhilata ve pêşveçûnên berçav bi dest xistin û derbasî nav yekemîn taxa Mûsilê bûn.

 

Fermandeyê Firqeya Altûnî ya Artêşa Iraqê, Fazil Berwarî di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên wan taxa Gogcelî ya Mûsilê bi tevahî kontrol kirine û di çend saetên dahatî de dê derbasî nav çend taxên din ên derdorê jî bibin.

 

Fazil Berwarî herwiha got: “Hêzên iraqî li Gogcelî çûne nava avahiya televizyona Mûsilê jî.”

 

Firqeya Altûnî herwiha da zanîn, ku DAIŞê bi rêya otomobîlên bombekirî hewl dide rê li pêşketina hêzên iraqî bigire, lê hêzên wan 3 otomobîlên bombekirî berî ku xwe bigihînin armancan, teqandine.

 

Ji aliyekê din ve Fermandeyê Hêza Antî-Terorê ya Iraqê, Talib Kenanî îro di konfranseke rojnamevanî de ragihand: “Gogcelî bi tevahî hatiye kontrolkirin û hêzên iraqî çûne nav televizyona Mûsilê.”

 

Talib Kenanî da xuyakirin: “Di şerê kontrolkirina Gogcelî de tenê me 1 birîndar heye û di van nêzîkan de emê Mûsilê bi tevahî kontrol bikin.”





3193 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad