English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-01 [11:50 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li gorî zanyariyan di 24 saetên bihorî de, termên 40 çekdarên DAIŞê ku ser bi Hêza "Şêrekurên Xelafetê" ya DAIŞê ve bûn, ji Mûsilê ve bo bajarê Reqayê hatin veguhastin.

 

Di encama operasyona Mûsilê de, ku ji roja duşemî 17ê Cotmeha 2016 ve dest pê kir, gelek çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî ve hatine kuştin.

 

Li gorî agahiyan, di encama şer û pevçûnên operasyona Mûsilê de, hejmareke zêde ya hêzên taybet ên DAIŞê jî hatine kuştin.

 

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand: “Di 24 saetên bihorî de termên 40 çekdarên DAIŞê ku bi esil Sûrî bûn, û di şerê Mûsilê û deverên derora wê de hatibûn kuştin, gihîştin bajarê Reqayê.”

 

Li gorî wan agahiyan, ew çekdar ser bi hêza taybet a DAIŞê ya bi navê Şêrekurên Xelafetê bûn, ku temenê piraniya wan jî kêm e.

 

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov da xuyakirin: “Bi kuştina wan 40 çekdaran, hejmara çekdarên kuştî yên DAIŞê di şerê Mûsilê de digihîje 400 kesan, ku zêdetir ji 300 çekdaran zarok in û ser bi hêza Şêrekurên Xelafetê ve ne.”

 

Li gorî daxuyaniya heman navendê, şeva bihorî karwaneke mezin a otomobîlan ku tijî çekdarên DAIŞê bûn, gihîşt deverên di bin desthilata DAIŞê li parêzgeha Reqayê.

 

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov diyar kir:  “24 ji wan otomobîlan taybet bûn û yek ji serkirdeyên pilebilind ê DAIŞê tê de bûye, ku dibêjin Ebûbekir Bexdadî yan Wezîrê Şer ê DAIŞê bûye û ji Iraqê vegeriyaye bajarê Reqayê. Herwiha hejmarek otomobîl ku çekên dûçka li ser bûn û çekdar tê de bûn, pê re bûne.”





3307 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad