English | عربی | کوردی  
 
 
2016-11-01 [07:22 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Piştî derbasbûna zêdetir ji salekê bi ser dûrxistina wan ji posta cîgiriya serokomar, her sê cîgirên Serokomarê Iraqê evegeriyane ser erkên xwe û îro bi fermî Yekem civîna xwe saz kirin.

 

Îro yekşemî 30ê Cotmeha 2016, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm li Koşka Selam (Aştî) ya li Bexdayê pêşwazî li her sê cîgirên xwe, Nûrî Malikî, Eyad Ellawî û Osame Nucêyfî kir û bi wan r civiya.

 

Serokatiya Komara Iraqê derbarê civînê de daxuyaniyek weşand û tê de ragihand, Fuad Mehûsm di vê civînê de kêfxweşiya xwe li hember vegera her sê cîgirên xwe bû wergirtina postên xwe bi awayekê fermî nîşan da.

 

Herwiha hat gotin, ku di civînê de guhertinên siyasî û ewlehî û rêkarên pêkanîn û bihêzkirina wan serkevtinên ku hêzên çekdar ên Iraqê bi dest xistine, hatin gotûbêjkirin.

 

Di daxuyaniyê de herwiha behsa wê tê kirin, ku Serokomarê Iraqê besha yasaya hilbijartinên dahatî û rêkarên cîbicîkriina biryarên wê dawiyê yên her sê serokatiyan li gel serkirdeyên aliyên siyasî kir.

 

Vegera Malikî, Nêcûyfî û Ellawî bo ser erkê xwe wek cîgirên serokomar, piştî wê yekê tê, ku Dadgeha Federal a Iraqê biryara hilweşandina postên cîgirên serokomar bi nedestûrî bi nav kiribû.

 

Ji aliyekê din ve, li gorî nivîseke Serokê Fermangeha Darayî ya Wezareta Darayî ya Iraqê, Hemîd Ferec, dê ji bo her sê cîgirên Serokomarê Iraqê 3 milyar û 500 nilyon dînar ji bûdceya 2017ê were xerckirin.

 

Roja 9ê Tebax a 2015, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di çarçoveya Reformên siyasî de hin biryar dan ku yek ji wan hilweşandina postên cîgirên serokomar bû.

 

Herwiha di roja 11ê Tebaxa 2015ê de jî, projeya reforman a Heyder Ebadî di pakêcekê de pêşkêşî Parlamentoya Iraqê hat kirin û bi koma dengên parlamenteran hat pesendkirin û her sê cîgirên Fuad Mehsûm ji kar harin dûrxistin.

 





3379 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad