Hewlêr (ZNA) - Hate gotin ku firokeyên hevpeymaniya navdewletî li bakûrê Mûsilê bi xeletî hêzên Artêşa Iraqê bombebaran kirine.
Fermandarê Lîwaya 16 a Artêşa Iraqê Mezahîm Ehmed ragihand ku firokeyên hevpeymanan li nêzîkê navçeya Til Kêfê bi xeletî yekîneyên Artêşa Iraqê bombebaran kiriye.
Ehmed da zanîn ku di encamê de 4 leşker mirine û 9 leşker jî birîndar bûne.
Mezahîm Ehmed diyar kir ku leşkerên jiyana xwe jidest dane ser bi Lîwaya 16 bûne.
Ji aliyê din ve fermandarakî Fermandariya Navenda Operasyonên Nînowayê Feysel Yasîn jî ragihand ku operasyona Mûsilê berdewam dike û li rojavayê Mûsilê 3 gundên din jî ji destê DAIŞê hatine derxistin.
Yasîn destnîşan kir ku di dema operasyonan de 4 otomobîlên xwekuj ên DAIŞiyan jî hatine têkbirin.
3232 car hatiye dîtin |