Hewlêr (ZNA) Di civîna îro ya Netewên Yekbûyî de proseya hilbijartinên Encumena Mafên Mirov a ser bi wê rêxistina navdewletî ve birêve çû û Iraq jî bû endamê vê encumenê.
Êvariya îro înê 28ê Cotmeha 2016, civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî birêve çû.
Di civîna îro de, Netewyên Yekbûyî 14 endam bo Encumena Mafên Mirov hilbijart û Iraq jî weke endameke nû yê vê encumenê hat hilbijartin.
Encumena Mafên Mirov a Netewên Yekbûyî li ser pirs û dosyayên taybet bi mafên mirov li seranserî cîhanê dixebite.
Herwiha di vê gera nû ya diyarkirina endamên Encumena Mafên Mirov de, Rûsya endamîtiya encumenê ji dest da.
3205 car hatiye dîtin |