English | عربی | کوردی  
 
 
2016-10-23 [10:01 AM]

Hewlêr (ZNA)


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ew naxwazin di navbera Iraq û Tirkiyê de şer derkeve û tekez kir, ku pêwîst e Tirkiye rêz li serwriya axa Iraqê bigire.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro li bajarê Bexdayê bi Wezîrê Parastina Amerîkayê Ashton Carter re civiya.

 

Piştî bi dawî hatina civînê, Heyder Ebadî û Ashton Carter daxuyaniyeke rojnamevanî dan.

 

Di vê konfransa rojnamavenî de, Heyder Ebadî li ser operasyona kontrolkirina Mûsilê û aloziyên navbera Iraq û Tirkiyê yên derbarê hebûna hêzên tirk li ser axa Iraqê de axivî.

 

Ebadî ragihand, 5 roj berî niha şandeke Tirkiyê serdana Bexdayê kir û bo dema 5 saetan bi aliyên pêwendîdar ên iraqî re civîn pêk anîn.

 

Ebadî got, şandeya Tirkiyê çend pêşniyar derbarê hêzên xwe yên di nav axa Iraqê de û herwiha beşdariya di operasyona Mûsilê de pêşkêşî Bexdayê kir, lê belê wan ji Tirkiyê re got, ku pêwîst e rêz li serweriya axa Iraqê bigirin.

 

Serokwezîrê Iraqê herwiha da xuyakirin, şanda Tirkiyê ew yek dubare kir, ku rêzê li serweriya axa Iraqê digire, lê Bexda pêşniyar û helwestên wê şanda Tirkiyê wek pêwîst û têr nedît û daxwaza vekişandina leşkerên Tirkiyê ji axa Iraqê kir.

 

Heyder Ebadî amaje bi operasyona kontrolkirina Mûsilê jî kir û diyar kir, hêzên iraqî û Hêzên Pêşmerge bi hevkarî û hevrêziyek timam vê operasyonên birêve dibin û dê operasyon di demek nêzîk de serkbikeve.

 

Ebadî li ser daxwaza Enqerê ya bo beşdarbûn di şerê Mûsilê de jî axivî û got: “Tirkiye dixwaze beşdarî di şerê Mûsilê de bike, lê em ji wan re dibêjin, spas. Iraqî bi xwe, bi Şîe, Sunne, Kurd, Êzidî, Mesîhî û hemû pêkhateyên din dê Mûsiê ji destê DAIŞê rizgar bikin.”

 

Ebadî destnîşan kir: “Şerê Mûsilê, şerekî iraqî ye û iraqî jî dê vî şerê yekalî bikin.”

 

Serokwezîrê Iraqê herwiha bal kişand ser wê yekê ku ew naxwazin di navbera Bexda û Enqerê de şer û pevçûn derkeve û wiha got: “Em naxwazin pevçûn di navbera me û Tirkiyê de derkeve.”

 

Heyder Ebadî destnîşan kir, eger wan pêwîstî bi alîkariyê hebe, ew dê daxwaza ji her aliyekê û Tirkiyê jî bikin, lê niha Iraqê pêwîstî bi alîkariya ti aliyekê nîne.

 

Ebadî ew yek jî xuya kir, ku dê DAIŞ li Mûsilê were derxistin, lê belê gefa wê rêxistinê dê li Sûriyê hêj berdewam be.

 

Ebadî tekez li ser berdewambûna piştgiriya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî bo Iraqê di şerê rûbirûbûna DAIŞê de jî kir.

 





3172 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad