English | عربی | کوردی  
 
 
2016-10-22 [02:36 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ku yekemîn car e hêzên ewlekariya Iraqê û pêşmerge, di operasyona Mûsilê de mil bi milê hev şer dikin.

 

Îro Şemiyê (22-10-2016) li paytexta Iraqê Bexdayê Kongreya Civata Bilind a Rabûna Îslamî tê sazkirin.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di kongreyê de gotarek pêşkeş kir û rexneyên tund li Tirkiyê kirin. Ebadî got: “Tirkiye şerê terorîstên DAIŞê nake. Belku şerê berjewendiyên xwe dike. Dixwaze hejmûn û serweriya xwe ya li herêmê fereh bike.”

 

Ebadî amaje bi wê yekê kir ku li Iraqê qonaxa şerê terorê gihiştiye dawiyê û wiha axaivî: “Di demeke nêzîk de dê terorîstên DAIŞê têk bibin. Gelê me li dijî terorê yekgirtî ye.”

 

Heyder Ebadî herwiha got: “Şerê Mûsilê hemû Iraq kire yek. misliman li kêleka êzidî û mezihiyan şer dikin. Kurd mil bi milê ereban û tirkmenan şerê terorîstan dikin. Piştî 25 salan, ev yekemîn car e ku artêşa Iraqa Federal mil bi milê pêşmerge şerê DAIŞê dikin û yekemîn carek hêzên me yên leşkerî diçin nav axa Kurdistanê.”

 

Hêjayê gotinê ye ku Kongreya Civata Bilind a Rabûna Îslamî bi beşdariya nûnerên 26 welatên îslamî tê sazkirin.

 

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cuburî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selehaddîn Bahadîn, Şêwirmendê Siyaseta Derve ya Rêberê Olî yê Îranê Elî ekber Wîlayetî jî di kongreyê de amade ne.

 





3211 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad