English | عربی | کوردی  
 
 
2016-10-19 [03:35 PM]

Hewlêr ( ZNA) -


Di sêyemîn roja operasyona Mûsilê de, çekdarên DAIŞê berî demekê li başûrê rojhilata Mûsilê tankeke Artêşa Iraqê teqandin.

 

Îro çarşemî 19ê Cotmeha 2016, operasyona kontrolkirina Mûsilê îro derbasî roja sêyem bû.

 

Di sêyemîn roja operasyonê de, Artêşam Iraqê li milê başûr û başûrê rojhialtê Mûsilê berdewamî bi êrişên xwe yên li dijî çekdarên DAIŞê.

 

Artêşa Iraqê hewl da gundên Ebasiye, Selamiye û Xizir Ilyas ên girêdayî bajarokê Nemûrd ê girêdayî navçeya Hemdaniye ya Mûsilê kontrol bike û bi giranî ew gund û binkeyên DAIŞê li wan deran topbaran kir.

 

Çekdarên DAIŞê bergiriyek tund dikin û ji ber wê hêzên Artêşa Iraqê nekarîne be rbi pêş ve biçin.

 

şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên DAIŞê û Artêşa Iraqê de li herêmê û bi taybet li gundê Ebasiye berdewam in.

 

Herwiha berî demekê şerê navbera her du aliyan girantir bû û tankek Artêşa Iraqê li nêzîkî gundê Ebasiye ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hate teqandin.

 

Çekdarên DAIŞê bi hawinan û mûşekên Katyûşa êrişî ser Artêşa Iraqê kirin û karîn tankeke Artêşa Iraqê ku li ser girekê li nêzîkî gundê Ebasiye bû, bikin armanc û biteqînin.





3103 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad