English | عربی | کوردی  
 
 
2016-10-19 [12:32 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li paytexta Iraqê Bexdayê alîgirên Tevgera Sadir li pêşiya avahiya balyozxaneya Tirkiyê xwepêşandanek pêkanîn û daxwaz kirin ku hêzên artêşa Tirkiyê ji nav axa Iraqê derbikeve.

 

Li ser banga rêberê Tevgera Sadir, Mûqteda el-Sadir hejmareke zêde yê xwepêşandêran rijyane ber avahiya balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê.

 

Xwepêşandanan li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê û berpirsên vî welatî nerazîbûna xwe derbirîn û daxwaz kirin ku Tirkiye hêzên xwe yên li Başîqayê vekişe.

 

Xwepêşanderan pankartên ku li ser nivîsandibûn, “Tirkiye dagirker e û hevkarê DAIŞê ye” bilind kirin û herwiha li dijî Amerîka û Brîtanyayê jî dirûşm qêriyan.

 

Herwiha hejmareke kurdên feylî yên akinciyên Bexdayê jî beşdarî xwepêşandanê bûn.

 

Xwepêşandaran piştî çalakiya xwe li ser dîwarên balyozxaneya Tirkiyê nivîsên li dijî reveberiya vî welatî nivîsîn.

 

Hêjayê gotinê ye ku hebûna leşkerên Tirkiyê yên li Başîqayê di navbera Enqere û Bexdayê de bûye sedema aloziyê. Hikûmeta Iraqê bi daxwaza derxistina leşkerên tirk, mijar biriya Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî. 





3199 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad