Hewlêr (ZNA) - Rêxistina DAIŞê weke xwe amadekirinekê bo şerê Mûsilê, çend ferman ji çekdarên xwe re derxist û ji wan xwast, ku bi ti awayî paşve nevekişin.
DAIŞê bo şerê Mûsilê, fermanek derxist ku tê de çend rênimayiyan dide çekdarên xwe û daxwaza ji wan dike, ku “bi berxwedanî ve şer bikin û bi ti awayî ji eniyên şer paşve nevekişin.”
Di fermana DAIŞê de hatiye: “Hemû birayên mucahîd agahdar bikin ku ti demî paşve nevekişin.”
DAIŞê di wê fermana xwe de hişyarî daye çekdarên xwe û ragihandiye, ku vekişîna ji eniyên şer tenê bi fermana aliyên serî dibe û her kesek ku bêyî fermanê vekişe, dê were kuştin.
Herwiha DAIŞê rê daye çekdarên xwe, wan çekdarên ceza bikin ku şer nakin û tekez dike: “Hûn serpişk in li ser cezakirina wan çekdarên me, ku şer nakin.”
Rêxistina DAIŞê fermanê bi çekdarên xwe kiriye, “eger her çekdarekê wê rêxistinê xwast û hewl da xwe teslîmî dijmin bike, demildest bikujin û dibêje, ku cezayê wan kesan her kuştin e.”
Di beşeke din a wê fermana DAIŞê de hatiye: “Wan kesan jî bikujin ku bi serkevtinên dijminên me dilxweş dibin, cezayê wan kesan jî her kuştin e.”
3472 car hatiye dîtin |