English | عربی | کوردی  
 
 
2016-10-17 [09:51 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kiriye.

 

Ebadî di daxuyaniya xwe ya ji bo televîzyona dewletê de, da xuyakirin ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kiriye, bi tenê hêzên leşkerî û polîs dê derbasî nava bajêr bibin.

 

Ebadî bang li xelkê Mûsilê kir ku weke Şergat û Geyarayê alîkariyê bidin hêzên ewlekariyê û diyar kir ku ew dê cihên ji ber şer wêran bûne, ji nûve ava bikin.

 

Heyder Ebadî got: “Bilindkirina ala Iraqê li nav Mûsil û li hemû navçe û gundên Nînowa pir nêzîk e. Em ji bo rizgarkirina we û xilaskirina terorîstan tên.”

 

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku beriya çend rojan ji bo paşxistina operasyonê hewl hebûn lê ev hewldan hatine pûçkirin.

 

Amerîka pîrozbahiya operasyonê dike

 

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn, Brett McGurk ji derbarê operasyonê de got, “Em ji bo cihgirtina xwe ya operasyona dîrokî kêfxweş in.”

 

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer îro beşdarî weşana zindî ya Rûdawê bûbû û gotibû, hêzên biyanî beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê nabin

 





3166 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad