English | عربی | کوردی  
 
 
2016-10-08 [07:54 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Çekdarên DAIŞê êrîşê navçeya Şergat a parêzgeha Selahadînê kir û tê gotin avahiya qaymiqamiyê ketiye destê DAIŞiyan. Li navçeyê hatin û çûn hate qedexekirin.

 

Serokê Civata Şaredariya Şergatê Elî Dudih ragihand ku Fermandariya Operasyonên Selahadînê û dezgehên ewlekariyê, hatin û çûna navçeyê qedexe kirine.

 

Dudih da zanîn ku li gorî agahiyên îstîxbarîçend xwekujên DAIŞê ketine nav navçeyê.

 

Medya erebî ragihand ku şeva din çekdarên DAIŞê ji du milan ve ketine Şergatê û avahiya qaymiqamiyê û parka zarokan a li bakûrê navçeyê kontrol kirine.

 

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ê Selahadîna Iraqê roja 22ê Îlonê ragihandibû ku nevçeya Şergatê bi temamî hatiye rizgarkirin.





3262 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad