English | عربی | کوردی  
 
 
2016-09-25 [02:22 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li nêzîkê dibistaneke navendî ya taxa Îskan a Bexdayê êrîşeke xwekujî pêkhat û di encamê de 8 kes hatine kuştin, 20 kes jî birîndar bûn.

 

Li gorî ragihandina çavkaniyên nêzîkê Wezareta Navxwe ya Iraqê, duh bişev li taxa Îskan a paytext Bexdayê, xwekujekî xwe di tîma karmendên ewlekariyê de teqandiye.

 

Hate gotin ku di encamê de 8 kesan jiyana xwe jidest daye, 20 kes jî birîndar bûne.

 

Piştî teqînê hêzên ewlekariyê piraniya rêyên nav bajêr ji hatinçûnê re girtin û kontrol şidandin.

 

Hêjayê gotinê ye ku heta niha ti aliyekê berpirsiyariya vê êrîşê li xwe negirtiye. 

 

Bûyerên teqînan li Bexdayê bûne diyardeyekî rojane. Hema her roj li deverên cuda yên bajêr bombe diteqin û jiber vê yekê jî gelek welatiyên medenî dibin qurbanî.

 





3397 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad