English | عربی | کوردی  
 
 
2016-09-24 [11:58 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê rêxistina Bedir Hadî Amirî ragihand ku ew axa Iraqê perçe bibe û got, “Parçebûna Iraqê dê bibe sedema rijandina xwînê.”

 

Hadî Amirî ku di heman demê de fermandarê Heşda Şeibî ye, îro (23-09-2016) li bajarê Necefê di rêwresma Roja Xedîr de gotarek pêşkeş kir û got, “Niha gelek kes hewl didin Iraqê parçe bikin. Dewleta Şîe, dewleta Sûnnî û ya kurdan ava bikin. Lê em vê yekê qebûl nakin û rê nadin perçebûna Iraqê. Perçebûna Iraqê dê bibe sedema rijandina xwînê.”

 

Serokê rêxistina Bedir herwiha daxuyand ku beriya niha projeya dabeşkirina Iraq, Sûriye, Misir, Sîûdiye, Yemen, Ûrdûn û Libyayê hebû û got, "Lê niha em bi çavê xwe rewşa navçeyê dibînin.”

 

Roja Xedîr ligel Şîeyan giring e. Li gorî baweriya wan di roja Xedîrê de li nêzîkê bajarê Mekkeyê, pêxemberê Îslamê, Îmem Elî jib o cihê xwe destnîşan kiriye.

 

Jiber vê yekê Şîe her sal vê bîranînê zindî dikin. Di vê rojê de serdana gora Îmam Elî dikin.





3646 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad