English | عربی | کوردی  
 
 
2016-09-24 [10:33 AM]


erokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di gotara xwe ya li civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de daxwaz kir ku Tirkiye leşkerên xwe yên li nav axa Iraqê vekişe.

 

Heyder Ebadî roja Pênşemê (22-09-2016) di civîna giştî ya NY ya li New Yorkê axivî û ragihand ku du faktorên sereke yên krîza Iraqê hene, ew jî şerê DAIŞê û daketina nirxê petrolê ye.

 

Ebadî got ku hemû gel û pêkhateyên Iraqê bêyî cudahî şerê DAIŞê dikin û ji aliyê din ve jî ji bo çareserkirina krîza darayî jî hikûmet bernameyên çaksaziyê pêş dixe.

 

Serokwezîrê Iraqê ji dewletên cîhanê daxwaz kir ku rê li gihandina hevkariyên DAIŞê bêne girtin.

 

Heyder Ebadî di axaftina xwe de behsa hebûna yekîneyên Artêşa Tirkiyê yên li Mûsilê jî kir û got, “Em ji cîranê xwe Tirkiyê dixwazin ku leşkerên xwe yên nav Iraqê vekişe. Rêzê li serweriya Iraqê bigre. Ji ber ku hebûna wan ji bo kontrolkirina Musilê asteng û pirsgirik e.





3715 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad