English | عربی | کوردی  
 
 
2016-09-19 [10:57 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsê Rêxistina Bedir a milîsê Şîe Hadî Amirî got, heger Iraq perçe bibe dê şerê navxweyî derbikeve.

 

Berpirsê Rêxistina Bedir a milîsê Şîe Hadî Amirî li Diyalayê piştî civîna bi rayedarên ewlekariyê re, derbarê herêmên di bin kontrola DAIŞê de daxuyanî da.

 

Hadi Amirî wiha got: “Vebijarkên operasyonên rizgarkirina Havicê, Mûsil û Şergatê li ber hêzên ewlekariya Iraqê ne.”

 

 Amirî wiha domand: “Ez dixwazin Sistema heremî hebe, lê ne bi mercên nijadî, mezhebî û êşirî. Çimkî Iraqê bi vî awayî perçe bibe dê şerê navxweyî derbikeve.”

 

Heta niha nediyar e ku kijan hêz dê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin.

 

Berpirsên Wezareta Berevaniya Amerîkayê dibêjin operasyona Mûsilê dê meha pêşiya me dest pê bike û bi ve mebestê hêzê dişîne Iraqê.





3289 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad