English | عربی | کوردی  
 
 
2016-09-15 [01:45 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirseka pilebilind a PYDê û MSDê rexne li sîstema Başûrê Kurdistanê girt û got, ku sîstema li Başûrê Kurdistanê tenê Kurdan esas digire, lê ew wek PYD û MSD dixwazin yekparçebûna axa Sûriyê biparêzin.

 

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatiye damezrandin, Îlham Ehmed bi rojnameya El-Sefîr a Lubnanê re derbarê rewşa Sûriyê, operasyona Tirkiyê di nav axa Sûriyê de û herwiha şerê li dijî DAIŞê û pêşhatên nû yên herêmê de axivî.

 

Îlham Ehmed behsa operasyona Tirkiyê ya li bakurê Sûriyê ya bi navê operasyona ‘Mertala Firatê’ kir û derbasbûna Artêşa Tirkiyê bo nav axa Sûriyê weke dagirkerî bi nav kir.

 

Îlham Ehmed di vê bareyê de got: “Dagirkeriya Tirkiyê beriya pêkanîna xewna împaratoriya Osmaniyan ku tê de Heleb beşek ji Tirkiyê ye û çarenûsa wê weke Lîwa Iskenderûn bike, ranaweste. Hêzên tirkiyê gihiştin Ezazê û piştî wê dixwazin bikevn bajarê Helebê. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerkirina li hember her kesên ku li seraneserî axa Sûriyeyê li ser ewlehiya welatiyan xeteriyê ava dike, bi israr e.”

 

Ehmed îdia kir, ku Tirkiye ji bo parastina DAIŞê û rawestandina pêşveçûna HSDê dest bi destwerdana leşkerî li bakurê Sûriyê û di nav kûrahiya axa Sûriyê de kiriye û got, Enqere hewl dide bêyî beşdarbûna ereban dewleteke sunnî li Sûriyê ava bike.

 

Hevseroka MSDê û berpirsa pilebilind a PYDê tekez kir, ku Tirkiye dixwaze li Cerablusê encumeneke bi endamîtiya tirkmenan pêk bîne û wiha got: "Tirkiye hewl dide li Cerablusê encumeneke nû ya navxweyî ava bike, ku hemû endamên wê tirkmen bin û rasterast girêdayî hikûmeta Tirkiyê bin. Ev yek di çarçoveya planên vegerandina împaratoriya Osmaniyan li herêmê û li kêleke Helebê kontrolkirina Mûsilê pêk tê."

 

Îlham Ehmed herwiha behsa operasyona girtina Reqayê kir û red kir, ku bi Tirkiyê re di şerekî hevbş a bo girtina bajarê Reqayê de beşdar bibin.

 

Ehmed destnîşan kir, ku şervanên HSDê ti carî û bi taybetî di rizgarkirina Reqayê de li kêleka dewleta Tirkiyê şer nake.

 

Îlham Ehmed di berdewamiya axavtinên xwe red kir, ku PYD û MSD hewl bo parçekirina Sûriyê bidin û tekezî li ser wê yekê kir, ku ew bi yekparçeyiya axa Sûriyê re ne û ew dê bi her aliyekê re şer bikin, ku bixwazin Sûriyê parçe bikin.

 

Ehmed herwiha rexne li sîstema siyasî ya Başûrê Kurdistanê girt û got, ku sîstema Başûrê Kurdistanê tenê Kurdan weke netew esas digire û da zanîn, ku aramnca wan weke MSDê ev e ku yekparçeyiya axa Sûriyê biparêzin û erdên Sûriyê yên parçekirî bike yek.

 

Hevseroka MSDê wiha got:“ Di Sîstema Başûrê Kurdistanê de, tenê yek netew esas tê girtin, ew jî Kurd in. Lê belê armanca MSD’ê ew e ku erdên Sûriyê ku ji ber şer hatine perçekirin, bike yek.”





3244 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad