English | عربی | کوردی  
 
 
2016-09-15 [12:03 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Kirîstiyanên Deşta Neynewayê (Mûsilê) daxwaza zû kontrolkirina deverên xwe û derxistina cih û warên xwe ji destê DAIŞê dikin.

 

Bi destpêkirina şerpêla êrişên DAIŞê li Iraqê û girtina bajarê Mûsilê di sala 2014 de, çekdarên wê rêxistina tundrew a îslamî êrişî deverên cihê akincîbûna Kirîstiyanan li Deşta Neynewayê jî kirin.

 

Ji ber êrişên DAIŞê û kontrolkirina gund, bajarok û bajarên wan, niha Kirîstiyanên wan cihan aware û koçber bûne û pirraniya wan li Herêma Kurdistanê hatine bicihkirin û hejmarek jî xwe gihandine Ewropayê û welatên rojavayî.

 

Bi derbasbûna zêdetir ji 2 salan bi ser kontrolkirina wan deveran ji aliyê DAIŞê ve û derbaskirina jiyana awareyiyê û di nav kampan de, welatiyên Kirîstiyan ji rewşa jiyana xwe nerazî ne û bêzariya xwe nîşan didin.

 

Welatiyên Kirîstiyan daxwaz dikin, ku deverên wan di demek herî zû de ji kontrola DAIŞê bihê derxistin.

 

Xelkê Kirîstiyan çavê wan li guhertinên herêmê ye û hêvî dikin, ku piştî DAIŞê jiyaneke aram û parastî ji wan re bihê dabînkirin.

 

Ew daxwaz û hêviya Kirîstiyanan di demekê de ye, ku fermandeyekî Artêşa Amerîkayê ragihand, ku şerê Mûsilê dê di meha dahatî de dets pê bike.





3334 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad