Hewlêr (ZNA) - Êvariya roja înê li bajarê Duhokê 4emîn Festîvala Navneteweyiya Fîlm a Duhokê dest pê kir û festival dê heta 16ê Îlonê berdewam be.
Ji ber kirîza darayî ya li Herêma Kurdistanê, pêştir hatibû ragihandin, ku Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê îsal nayê sazkirin, ku ew yek rastî gazinde û nerazîbûnên mezin ên hunermend, sînemakar û hin rayedarên pilebilind di asta Kurdistanê û cîhanê de hat.
Lê belê piştre hat ragihadin, ku festîval dê were sazkirin.
Roja înê danê êvarê 4emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê dest pê kir û heta hefteyekê berdewam dibe.
Biryare di festîvala îsal de jî ji welatên cuda film beşdar bibin. Herwiha berpirsên hikûmetê, yên Wezareta Rewşenbîrî, hunermend û sînemahez jî di festîvalê de amade bin.
Duhok yek ji parêzgehên Herêma Kurdistanê ye ku pirr nêzîkê eniyên şer e û tenê 40 km dûrî çeperên DAIŞê ye.
3904 car hatiye dîtin |