English | عربی | کوردی  
 
 
2016-09-04 [02:29 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Seroka fraksyona îrade li parlamentoya Iraqê ragehand, ku serdana bajarê Silêmaniyê kiriye û li gel rêveberên YNKê û Tevgera Gorran wê bicive.

 

Seroka fraksyona îrade li parlamentoya Iraqê Henan Fetlawî ragehand, serdana wê ya Silêmaniyê pir giringe, ji ber çawa Necef û Kerbela qibleya şîeyanin, Silêmanî jî qibleya Kurdistanê ye.

 

Henan Fetlawî dibêje, pêwîste piraniya partî û kutleyên siyasî kêmasiyên xwe bibînin, ku berdewam serdana Hewlêrê dikirin û ragehand; ‘’Ew pêşketîbûn û bingehê li Silêmaniyê heyî mirov ecêb dihêle û divê herkesekî xêra Iraqê bixwaze serdana Silêmaniyê bike.’’

 

Ew parlamentera Iraqê qutkirina mûçeyê fermanberên Kurdistanê û ragirtina beşa budceya Kurdistanê dixe stuyê hikûmeta herêma Kurdistanê û radigehîne: ‘’Ew babet peyvendiya xwe bi pirsa neftê ve heye.’’

 

Fetlawî bi daxuyaniyên tund û êrîşa li ser gelê kurd û dijî mafên gelê kurd ên hatine naskirin ve tê naskirin, amaje bi vê yekê jî kir, ku serdana wê ya Silêmaniyê li gel rêveberên YNKê û Gorran wê bicive û pîrozbahiya rêkeftinê wê li wan bike.

 





3247 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad