English | عربی | کوردی  
 
 
2016-09-05 [12:43 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serkirdeyekî Heşda Şeibî li Iraqê ragehand ku, ew biryar û fermanên xwe ji Rêberê Bilind ê Komara Islamiya Îranê werdigrin, ne ji siyastemedarên Iraqê.

 

Emîndarê Giştî yê Ketîbeya Seyd Elşuheda ku yek ji milîsên Şîe ye, Ebû Ala Elwelayî di daxuyaniyekê de ragehand ku, Ketîbeya Seyd Elşûheda ketîbeyek xwedî bîrûbawerî ye û ti pêwendiya wê bi siysetmedarê IRaqê nîne.

 

Naborî herwiha ragehand ku, ew beşekin ji sîstema Wîlayet Elfeqîh in li Îranê û rasterast em biryara xwe ji Elî Xaminayî werdigrin.

 

Piştî êrîşên DAIŞê û dagîrkirina Mûsilê û hin deverên Iraqê di sala 2014 de, Serkirdeyê Olî yê Şîe Elî Sîstanî fetwa û biryara durustkirina Heşda Şeibî da wek beşek ji sîstema berevaniya Iraqê bi mercê ku biryarên xwe ji Fermandeyê Giştî yê Hêzên ÇEkdar ên Iraqê werbigre.

 

Rêkxistinê mafê mirov û siyastemedarên Erebên Sunne li Iraqê çekdrên Heşda ŞEibî bi tawanên dijî mirov bi dêkomentrên wek vîdiyo û wêne tuhmetbar dikin, herwiha wan bi kuştin bi komî ya Sunne û şewitandina wan tuhmetbar dikin û berdewam daxwaz dikin ku ew nebin beşek ji hêzên rizgarkieina Mûsilê.





3475 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad