English | عربی | کوردی  
 
 
2016-08-29 [08:10 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Hikûmeta Iraqê ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser dosyaya petrolê li hev kirine.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro duşemî 29ê Tebax a 2016 bi serokatiya şandeke pilebilind serdana Bexdayê kir.

 

Nêçîrvan Barzanî di vê serdanê de bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re civiya.

 

Derbarê civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî de, Hikûmeta Iraqê daxuyaniyek weşand.

 

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê di civînekê de li ser rewşa siyasî, ewlehî û şerê DAIŞê gotûbêj kirin.

 

Herwiha hatiye gotin, ku Barzanî û Ebadî derbarê kontrolkirina Mûsilê, çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê û dosyaya petrolê de bi hev re axivîn.

 

Encumena Wezîran a Iraqê herwiha di daxuyaniya xwe de da xuyakirin, Nêçîrvan Barzanî pîrozbayiya serkevtina hêzên iraqî li Serokwezêrê Iraqê kir û hêvî kir, ku hemû deverên bin destê DAIŞê werin kontrolkirin.

 

Di civînê de, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kêfxweşiya xwe li hember serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê anî ziman.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî li ser encamdana gotûbêjên teknîkî di navbera Wezareta Petrola Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê de bo berhemanîn û dabeşkirina petrolê li bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê rêkevtin kirin.”

 

Encumena Wezîran a Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, ku bi mebesta gihîştin bi çareserekê ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo derve bi rêya Hikûmeta Iraqê ve, Ebadî tekezî li ser şêwirkirin li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Herwiha daxuyanî wiha dewam dike:

 

“Li hember hinartina petrolê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Iraqê, dê Hikûmeta Iraqê pişka darayî ya Kurdistanê li gorî rêkevtineke hevbeş û I şêweyeke zelal bide Herêma Kurdistanê.”





3271 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad