Hewlêr (ZNA) - Serokê Desteya Heşda Şeebî û Berdevkê Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê Falih Feyyaz got ku ji bo operasyona Mûsilê wan ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî lihevkirine.
Li gorî ragihandina Ofîsa Serokatiya Desteya Heşda Şeebî, Falih Feyyaz li navçeya Kazimiye ya Bexdayê di hevpeyvînekê de ligel rojnamevanan ragihandiye ku ji bo pêkanîna operasyona Mûsilê ligel Serokê Herêma Kurdistanê rêkeftine.
Feyyaz di daxuyaniyên xwe de destnîşan kiriye ku li gorî rêkeftinê dê Hêzên Pêşmerge derdora bajêr bimînin û leşker û polîsên Iraqê bikevin navenda bajarê Mûsilê.
Herwiha Falih Feyyaz diyar kiriye ku ji bo amadekariyên operasyonê, hêzeke ji Heşda Şeebî hatiye amadekirin ku ji 15 hezar leşkeran pêk tê.
3244 car hatiye dîtin |